Serokwezîr Barzanî bi Bafil Talebanî re civiya: ‘Ev hikûmeta hemû aliyan e’
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê pêşwazî li Hevserokê Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û şanda pê re kir.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û piştevaniya li Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin.
Hevserokê YNKê tekezî li wê kir, ku YNKê piştevaniyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û got, “Pirsgirkên aliyên siyasî nabe li dam û dezgehên hikûmî reng vede û pêwîst e hemû alî bi sîngfirehî hevkar bin, ji bo bi danûstandinan hemû pirsgirêk bêne çaresekirin, ji ber ku hemû destkeftên me, encamên yekrêzî û tebayîya me bû. Ji ber wê her hewlekê didin hevkar bin ji bo rewşên dijwar û qeyranan derbas bikin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bal kişand ser ku xelkê Herêma Kurdistanê ji bilî xweragiriya dijwariyan, ji girjiyên navxweyî nîgeran in û çaverê ne alî rewşeke siyasî ya lêhatî peyda bikin û wiha got:
“Hikûmeta Herêmê, hikûmeta hemû Herêma Kurdistanê ye û pêwîst e tevahiya aliyên tê de beşdar bûne, piştevaniyê li karnameya hikûmetê bikin, ji ber ku bernameya kabîneya nehem, bernameya hevbeş a aliyên beşdarên nava hikûmetê ye.
Serokwezîr tekezî li wê kir, Hikûmeta Herêma hemû karînên xwe kar dike, ji bo vê rewşa aborî û tenduristî ya nexwestî derbas bike û rewşa jiyanê û guzariyên welatiyan baştir bike, ji bo vê armancê jî, li benda piştevaniya hemû aliyan e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin