Serokwezîr Barzanî û Qubat Talebanî civiyan
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat dayîn, îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî kir.
Di agahiyên ku bi vê daxuyaniyê hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku di hevdîtinê de pirsgirêkên darayî û îdarî yên li pêşiya Herêma Kurdistanê hatine nirxandin.
Her wiha hat ragihandin ku civîn, di hawireke erênî de hatiye kirin û aliyan tekezî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan a bi diyalog û hevkariya di navbera hemû komên wezîran ên di nav Encûmena Wezîran de kiriye.
Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku rewşa dawî ya siyasî ya herêm û navçeyê guftûgo hatiye kirin û tekezî li ser parastina tebayî û yekrêziya navxweyî ya ji bo parastina berjewendiyên neteweyî û mafên destûrî yên welatiyên Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin