Mesrûr Barzanî, Bafil Talebanî pîroz kir

30 August 2022 17:52 0 dîtin
Mesrûr Barzanî, Bafil Talebanî pîroz kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi sedema hilbijartina wekî Serokê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) pîrozbahî li Bafil Talebanî kir.

Mesrûr Barzanî, îro 30yê Tebaxê bi pêwendiyeke telefonî ligel Bafil Talebanî axivî û ji ber hilbijartina wî wek Serokê Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) ew pîroz kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, herwiha serkeftin ji bo Serokê Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî xwest û diyar kir, ew hêvî dike erka wî ya nû bibe sedema pêşvebirina hevahengî û hevkariya navbera hemû aliyan a piştgirîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke xizmetkirina zêdetir a xelkê Kurdistanê.