30 balafirên Çînê ketin seha Taywanê ya hewayê

02 June 2022 00:15 0 dîtin
30 balafirên Çînê ketin seha Taywanê ya hewayê

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ev 3 care ku ji bo Taywanê Çînê hişyar dike da zerara wan negihê Taywanê. Piştî hişyariya dawiyê, balafirên Çînê yên şer ketin seha hewayê ya Taywanê. Çîn got ku tetbîqata leşkerî dikin û ji ber îxtîlafa navbera Washington û Taipei divê ev hemle bêkirin.

Li ser îhlala balafirên Çînê ku ket seha hewayê ya Taywanê, Taywan ragihand ku 30 jetên Çînê seha hewayê ya Taywanê îhlal kirine û li hemberê wan balafirên jet şandine ciyê bûyerê.

Wezareta karên derve ya Çînê jî li ser gotinên gotinên wezîrê karên derve yê Amerîkayê Blinken, li hemberê daxwuyaniyên Joe Biden û seredana senatorê Amerîkî ya ji bo Taywanê bertek nîşan da.

Çîn Taywanê axa xwe qebûl dike. Taywana xwediyê 24 mîlyon nûfûsa ku li ser giravê ye, bi fermî serxwebûna xwe ranegihandiye lê qebûl nake ku bikeve bin desthilata Çînê.