Taywan: 21 balafirên Çînê ketin seha me ya hewayî

03 August 2022 01:54 0 dîtin
Taywan: 21 balafirên Çînê ketin seha me ya hewayî

PeyamaKurd – Gengeşeya navbera Çînê û Amerîkayê bi sedema ku seroka Meclisa nûneran ya Amerîkayê Nancy Pelosi seredana Taywanê kir, navbera her dû dewletan nexweştir bû. Li ser mijarê wezareta bergiriyê ya Taywanê ragihand ku 21 balafirên şer yên Çînê ketine seha hewayî ya kontrolê.

Wezaret, li ser tevgerên Çînê yên li deverê ragihand ku 8 heb balafirên J-11 û 10 heb balafirên J-16 û bi wan re balafirekî kontrol û îqaza bilez ya KJ-500, hebekî balafira şerê elektronîk ya Y-9 û yek jî balafira Y-8 ya îstîxbarata elektronîkî heye.

Li gor ragihandinê Taywanê; ji bo kontrola rewşê dewriya hewayî şandine û temamê sîstema bergiriyê ya hewayî ji bo şer amade kirine.