Balafirên Çînê seha hewayî ya Taywanê îhlal kirin

26 December 2020 00:07 0 dîtin
Balafirên Çînê seha hewayî ya Taywanê îhlal kirin

PeyamaKurd – 2 balafirên aîdê Çînê ketin nav seha Taywanê ya bi navê ADIZ ê û sehayê îhlal kirin. Li gor ragihandina ajansa nûçeyan ya Taywanê ya bi navê CNA yê; 2 balafirên artêşa Çînê yên keşfê yên tîpa Shaanxi Y-8 ê ku leşkerîne û balafirên çavdêriyê ne, ji aliyê rojavayê başûr de ketine nav seha Taywanê.

Di pey îhlalê de balafirên şer yên Taywanê hatine şandin bo sehayê û bi cîhazan hişyariyê dane balafirên Çînê. Rêvebirên taywanê ragihandin ku rê li ber îhlala balafirên Çînê girtine û manewrayên balafirên Çînê şermezar kirine.