Misir, hisyarî da ku balafirên sîrketên Misrê ji seha hewayî ya Îranê dûr bixin

07 August 2024 21:03 0 dîtin
Misir, hisyarî da ku balafirên sîrketên Misrê ji seha hewayî ya Îranê dûr bixin

PeyamaKurd – Dewleta Misrê hişyarî da temamê şîrketên rêyên hewayî yên Misrê; ku bi sedema îhtîmala êrîşa Îranê ya ser Îsraîlê da sibê seet di TSİ 03.00-07.00an de xwe ji seha hewayî ya Îranê dûr bihêlin. Misrê weha got:

“Balafirên hilgirên rêwiyan wê xwe ji seferên ser Tehranê dûr bixin. Di ser heman sehayê de wê ti plana firê nê qebûlkirin.”

Li aliyê dinê Urdin jî roja Yekçembê xwestibû ku temamê şîrketên rêyên hewayî herî kêm, bila ji bo 45 deqeyên zêde benzîn bi wan re hebe.