Misir di demeke nêz de ji Fransayê 30 balafirên ser ên Rafael distîne
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Misir di demeke nêzîk de 30 balafirên şer ên “Rafaele” ji Fransayê bikire.
Misirê di sala 2015an de ji Fransayê 24 balefirên şer ên Rafael kirîbû û bûbû yekemîn welatê biyanî yê ku ew balafir ji Fransayê kirîne.
Çavkaniyeke ji hikumeta Fransayê ji AFPê re gotiye, “Bi Misirê re gelek gotûbêj hatine kirin û dibe ku di demeke gelekî nêz de daxuyanî were dayîn.”
Li gorî medya Fransî di navbera Misir û Fransayê de 26ê Nîsanê peymaneke bi 3,95 milyar euroyan hatiye îmzekirin ku kirîna 30 balafirên şer û fuzeyên MBDA, Safran Electronîcs û Defenseyê jî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin