Misir bi balafirên Fransayê destekê dide Halîfe Hafter
PeyamaKurd- Fransa balafirên şer yên tîpa Refale firotibû welatê Misrê û niha heman balafir destekê didin serokê muxalifên hukumeta Lîbyayê, didin Xelîfe Hafter. Ragihandina bûyerê di malpera Fransayê ya înternetê ya bi navê Mediapart de hat ragihandin.
Malper encama lêkolînekê belav kiriye û di lêkolînê de heye ku li başûrê Trablûsê, li baregeheka ku ya hêzên Haftere de, fuzeyên ku hene yên Fransayê ne û Fransa veya qebûl kiriye. Di heman lêkolînê de tê gotin ku 2 sal berê Hafter di êrîşên ser bajarên Derna û Hoûnê de, balafirên ku Fransa firotiye Misrê hatine bikaranîn û dîmenên balafiran derketine ortê.
Çapemeniya Fransayê bo çi li ser vê mijarê radiweste nayê zanîn lê di sala 2015an de Fransa 24 balafirên Rafale firotiye Misrê û bedela wê 5,2 mîlyar Ewro sitendiye. Hinek rêxistinên mafên mirovan û siyasetmedar li dijî firotina balafiran derketibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin