Amerîka destekê dide firotina balafirên F-16 ji bo Tirkiyê
PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê ji bo raya giştî ragihand ku Amerîka destekê dide firotina F-16an ya ji bo Tirkiyê. Berdevk Matthew Miller got ku firotina F-16an û endamtiya Îsveçê ya NATOyê du mijarên ji hev cuda ne. Guherandinên Îsveçê ya di qanûnan de ji bo endîşeyên Tirkiyê ji ortê rake besin.
Berdevk got ku axaftinên navbera wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan û Antony Blinken dê dewam bikin û wê Amerîka ji bo hedefên Tirkiyê yên endamtiya Yekîtiya Awrûpayê destek bikin. Miller di civîna çapemeniyê de weha dewam kir:
“Demekiye ku em destekê didin firotina F-16an ya ji bo Tirkiyê û di hevdîtinên taybet de em ji wan re dibêjin. Her çiqas em bawer nekin jî, hinek endamên kongrê hene ku dibêjin pêwiste mijar bi endamtiya Îsveçê ya NATOyê re têkildar be.
Îsveç, ji bo endamtiya NATOyê ji bo endîşên Tirkiyê ji ortê rake, destûra xwe guhert, qanûnekî li dijî terorê derxist, girtinan kir û lêpirsîna dide dewamkirin. Lê ez nikarim ji bo endamtiya Îsveçê rojekî diyar bikim. Blinken di nav 5-6 rojan de bi Hakan Fidan re 3 cara axifî û wê di wextekî de hevdîtinekî nûh bike. Amerîka her wext destekê dide endamtiya YAyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin