Amerîkayê firotina balafirên F-16 ji Tirkiyeyê re erê kir

27 January 2024 15:04 0 dîtin
Amerîkayê firotina balafirên F-16 ji Tirkiyeyê re erê kir

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji bo 40 balafirên şer ên F-16 Block 70 û 79 kelûpelên nûjenkirinê yên F-16 ji bo Tirkiyeyê bên firotin, ji Kongreyê re daxuyaniyeke fermî şand.

Di daxuyaniya nivîskî ya Ajansa Hevkariya Ewlekariya Parastinê ya Amerîkayê da hat diyarkirin ku Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ji bo erêkirina firotina 40 balafirên şer ên F-16 Block 70 û 79 kelûpelên modernîzekirina F-16 ji bo Tirkiyeyê teblîxa fermî ji Kongreyê ra şandiye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Wezareta Karên Derve biryara xwe ya ji bo kirîn û nûjenkirina F-16an û firotina alavên pê ve girêdayî bi qasî 23 milyar dolarî ji bo Komara Tirkiyeyê erê kir. Hat destnîşankirin ku Ajansa Hevkariya Ewlekariya Parastinê îro belgeya têkildar ji Kongreyê re şandiye.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku firotina F-16an ji bo Tirkiyeyê ji bo ewlekarî û aramiya NATOyê girîng e û hat destnîşankirin ku wê 40 balafirên şer ên nû yên F-16 û 79 kîtên modernîzekirina F-16an û herwiha amûrên girêdayî wê bên şandin pêşkêşî Enqereyê kirin.

Ji bo ku firotina çekan pêk were, divê ji aliyê Kongreyê ve tu îtîraz li ser ragihandina firotanê ya ku ji hêla rêveberiya Dewletên Yekbûyî ve hatî şandin tune.