Amerîkayê firotina balafirên F-16 û çekan pesend kir

02 March 2023 22:04 0 dîtin
Amerîkayê firotina balafirên F-16 û çekan pesend kir

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê, bi daxuyaniyekê ragihand ku firotina balafirên şer ên F-16 û çekan bo Taywanê pesend kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ligel F-16an firotina 100 moşekên dij-radarê û moşekên asmanî hatiye qebûlkirin.

Hat eşekere kirin ku wê firotina çekan bo Taywanê bi temamî bi nirxê 619 milyon dolaran be û wê asta parastina asmanê Taywanê, ewlekariya heremê û hêza operasyonên hevpar bi ligel Amerikayê bê zedekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, welatê Çînê Taywanê wekî parçeyekî xwe dibîne û li dijî vê biryara Amerîkayê tê gotin ku wê bertekê nîşan bide. Li aliyê din rayedarên Taywanê jî dibêjin ku Çîn amadekariyên dagirkirina welatê wan dike û ji Amerîkayê alîkariyên leşkerî distînin.