Derek Harvey: Amerîka hewl dide ku destekê bide parastina hewayî ya Pêsmerge
PeyamaKurd – Şêwirmendê berê yê konseya ewlehiya Rojhilata Navîn yê Amerîkayê Derek Harvey ragihand ku Amerîka hewlê dide ku destekê bide ji bo bergiriya hewayî ya Pêşmergeyên Kurdistanê. Pêşmergên Kurdistanê di salên dawiyê de ji bo temamê dinyayê li dijî terorê şer kir, şehîd da û birîndar bûn. Li ser kiryarên Pêşmerge Amerîka ya ku ji bo koalisyona navdewletî serpereştî dike, têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bipêş xist.
Derek Harvey, ji bo K24 ê ragihandiye ku di kongra Amerîka de ji bo desteka bergiriya hewayî ya Pêşmerge hewldan heye. Têkiliyên navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge gelek zahmet bû û ji bo ber li hêzên Pêşmerge bigrin ji destê hukumeta Iraqê çi dihat dikirin. Harvey weha dewam kir:
“Pêwiste hukumeta Iraqê sipasiya Pêşmerge bike û bi taybetî rola Pêşmerge di şerê li dijî DEAŞ ê de, herêma Kurdistanê Iraqê parast. Amerîka dixebite da têkiliyên Bexda û Kurdistanê baş bibin. Divê Pêşmerge ji budça Iraqê para xwe bistîne.
Ji bo çareseriya zahmetiyên herêmê, divê statuya Herêma kurdistanê xwurt bibe û desthilata wan zêdetir be. Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo yekîtiya Pêşmerge peyamên yekîtiyê dide. Ev, wê li Bexdayê hem destê hêzên Pêşmerge û hem yê serokwezîr xwurt bike. Desteka Amerîka û dewletên din ya ji bo Herêma Kurdistanê, wê rewşa Iraqê baştir bike.
Rêvebiriya Joe Biden ji Rojhilata Navîn bêhtir xwe daye ser Çîn û Asyayê. Ji ber wê Kurd li Herêma Kurdistanê, Sûriyê, Îran û Tirkiyê, welew ne serbixwe bin jî, divê ji wan re jiyaneka azad û serbilind bê temînkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin