Îsraîlê ji bo sînorên Serîda Xezzeyê hisyarî da artêsa Misrê!
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Îsraîlê hişyarî daye artêşa Misrê ku ji ser xeta sînorên Xezzeyê vekişe.
Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmî hate îdiakirin ku Îsraîlê daxwaz ji artêşa Misrê kiriye ji ser sînorên xeta Xezzeyê vekişin û hatiye diyarikirin, dê Îsraîl xwe ji zirareke bigihe leşkerên Misrê berpirs negre.
Herwiha di vê çarçoveyê de hatiye destnîşankirin ku dê Îsraîlê her çiqas Misir qebûl neke jî êrîşên ser xeta sînor berdewam bike.
Hêjayî gotinê ye, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu, beriya niha behsa avakirina herêmeke tampon di navbera Misir û Şerîda Xezzeyê de kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin