Hikûmeta Xezzeyê: Îsraîlê bi 65 hezar ton teqemeniyan li Serîda Xezzeyê xist
PeyamaKurd – Hikûmeta Xezzeyê diyar kir ku Îsraîlê bi 65 hezar ton teqemeniyan, li Şerîda Xezzeyê xistiye.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya Hikûmetê ya li Xezeyê ve hat dayîn de hat diyarkirin, "Balafirên şer ên dewleta dagirker (Îsraîl) di dema şerê berfireh ê qirkirinê yê li dijî Şerîda Xezzeyê de zêdetirî 45 hezar moşek û bombe avêtin. Hin ji wan giraniya wan yek ton teqemenî bûn û dewleta dagirker bi zanebûn hemû cihên niştecihbûnê bi wan bombebaran kir."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku giraniya teqemeniyên ku artêşa Îsraîlê di êrîşa li ser Xezzeyê de bi kar anîne ji 65 hezar ton derbas bûye û wiha hat gotin: "Teqemeniyên ku artêşa dagirker avêtine Xezzeyê ji 65 hezar ton derbas kiriye. ton. Ev ji giranî û hêza sê bombeyên nukleerî yên mîna ya ku li Hiroshimaya Japonya hatî avêtin bêtir e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin