Hêzên Misir û Îsraîlê pev çûn: Leskerekî Misrê hat kustin
PeyamaKurd – Rojnameya Îsraîlê Haartzê ragihandiye ku li Deriyê Sînorî yê Refahê di navbera leşkerên Misir û Îsraîlê de pevçûn derketiye.
Di nûçeyê de sedema pevçûnê nehatiye eşkerekirin, lê hatiye diyarkirin ku di encama pevçûn û aloziya navbera herdu aliyan de leşkerekî Misrê hatiye kuştin.
Hêjayî gotinê ye, ev zêdetirî mehek e hêzên Îsraîlê operasyonan li bajarê Refahê li dijî Hemasê berdewam dikin û deriyê sînor jî di bin kontrola Îsraîlê de ye ku hevsînorê Misirê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin