Li Refahê leskerekî Misrê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hate kustin

10 June 2024 18:31 0 dîtin
Li Refahê leskerekî Misrê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hate kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Deriyê Sînorî yê Refahê yê ketiye kontrola Îsraîlê, di pevçûnê leşkerekî Misrê hate kuştin.

Hêzên Çekdarên Misrê piştrast kir ku di pevçûna ligel leşkerên Îsraîlê de li Deriyê Refahê leşkerekî wan hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Hêzên Çekdarên Misrê li ser pevçûna ku li sînorê Refahê karmendekî leşkerî jiyana xwe ji dest daye, digel rayedarên pêwendîdar lêpirsînê berdewam dike.”

Derbarê awayê pevçûnê û sedema wê de ti agahî nehatin parvekirin.