Hêzên Îsraîlê di xwepêsandanên li basûrê Sûriyeyê de 6 kes birîndar kirin

25 December 2024 16:04 0 dîtin
Hêzên Îsraîlê di xwepêsandanên li basûrê Sûriyeyê de 6 kes birîndar kirin

PeyamaKurd – Di xwepêşandanekê de li gundê Swîşayê li başûrrojhilatê Quneytrayê, li başûrê Sûriyê, 6 kes piştî êrîşa hêzên Îsraîlê, birîndar bûn.

Demek berê, hêzên îsraîlî ber bi Swîsayê ve bi pêş de çûn, di binpêkirina xeta agirbestê de şêweyek ji destdirêjiyan bo ser bajarokên başûrê Sûriyê ku ji dema hilweşandina rejîma Beşar Esed ve tê dîtin.

Jêderekî xwecihî ji North Pressê re ragihandiye ku di êrîşa li ser xwenîşandanê de 6 kes birîndar bûne ku rewşa kesekî ji wan giran e.

Wî kesî eşkere kiriye ku şêniyên Swîşahê ji bo protestokirina êrîşa hêzên îsraîlî daketine kolanan. Hêzên ku ketine gund, qedexeya derketina derve îlan kirine û daxwaza radestkirina çekan kirine.

Li gorî çavkaniyê birîndar bo nexweşxaneya Golanê hatin veguhestin û balefirên şer ên Îsraîlê jî li esmanan li herêmê geriyane.

Niştecihan nîgeraniya xwe ya zêde li ser berdewamiya pêşveçûna Israîlî anî ziman, û dan zanîn ku hêzên îsraîlî 3 kîlometran ji xeta agirbestê ya destnîşankirî derbas bûne.