Artêsa Misrê li Deryaya Spî bi balafirên Rûsî tetbîqata leskerî pêk anî
PeyamaKurd - Artşêşa Misrê li peravên Deryaya Spî bi balafirên şer KA 52 ên Rûsî û keştiyên şer rahênana leşkerî pêk anî.
Li gorî dîmenên ku Artêşa Misirê belav kirine, artêşa Misirê rahênanên bejahî-deriyayî li peravên Deryaya Spî pêk tîne.
Di dîmenan de xuya bû ku yekem car e di rahênanên leşkerî yên li Misirê balfirên şer ên KA 52 yên Rûsî hebûn ku bi navê Tîmsah tên naskirin.
Heta niha Misirê 40 balafir ji 46 balafirên ji vê cûreyê ji Rûsyayê wergirtine.
Sala 2014an hevpeymaneke leşkerî bi bihayê 3 milyar û nîv dolar navbera Misir û Rûsyayê de pêk hatibû.
Di nava hevpeymanê de 46 balafirên Mig-29 heta sala 2020an û 46 balafirên KA-52 cî digirin ku tê gotin, ew balafir yek cureyeke baştirîn balafirên şer ên li cîhanê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin