Balafirên ser ên Rûsî herêma ku artêsa Tirk tê de ye bombebaran kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafirên şer ên Rûsyayê îro Pêncşemê danê sibehê bajarokê Bare yê çiyayê Zawiye ku dikeve başûrê Idlibê û binkeya leşkerî ya artêşa Tirk jî li wir e bombebaran kir.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê bajarokê Bare yê li çiyayê Zawiye yê gundewarên başûrê Idlibê ku xaleke artêşa Tirkiyê li wir heye bombebaran kir.
Derbarê ziyanên êrîşê de ti agahî nehatin parvekirin.
Balafirên rûsî doh 8ê Îlonê jî êrîşî herêmên Idlibê kiribûn ku 4 caran êrîşî derdora bajarokê Merast Misrîn ê gundewarên Idlibê kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin