Balafirên ser ên artêsa Tirkiyê gundê Gelale yê Silêmaniyê bombebaran kirin
PeyamaKurd – Gundê Gelale yê li navçeya Şarbajêr a parêzgeha Silêmaniyê, do bi balafirên şer ên artêşa Tirkiyê ve hat bombebarankirin.
Li gor zanyariyan, balafirên şer ên artêşa Tirkiyê ji ber hebûna çekdarên PKKê du caran navçeya Dukan û Gomesd a li sînorê Kwêrekanî (Korekanî) ya li dehmanên çiyayê Asos a li sînorê gundê Gelale bombebaran kirin.
Qaymeqamê bajarokê Mawetê Kameran Mihemed bi daxuyaniyekê diyar kir, spas ji bo xwedê xelkê gund selamet in, lê niha xwedî pezekî gundê Gelale, pezê xwe biriye wî sînorî, da ku biçêrîne.
Herwiha eşkere kir, em wek îdareya qeza Mawetê nîgeran in ji berdewambûna wan bombebaranan, ku her carê dibe sedema belavbûna tirs û xofeke mezin li sînorê me.
Di dema borî de jî gelek caran balafirên şer ên Tirkiyê ji ber hebûna binkeyên PKKê, sînorê Şarbajêr û Pênciwên bombebaran kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin