Balafirên Tirkiyê gundê Gelale yê Sarbajêr bombebaran kir

04 August 2020 17:14 0 dîtin
Balafirên Tirkiyê gundê Gelale yê Sarbajêr bombebaran kir

PeyamaKurd – Balafirên bêpîlot ên Tirkiyê, îro piştî nîvro gundê Gelale yê bajaroka Mawet a navçeya Şarbajêr a girêdayî Silêmaniyê bombebaran kir.

Li gorî zanyariyên qeymeqamê bajaroka Mawet Kameran Hesen dane, balafireke bêpîlot a Tirkiyê çend moşek avêtin devera Kwêrekanî (Korekanî) û Deşta Jajolan a nêzîk gundê Gelaleyê.

Kameran Hesen ji BasNewsê re daye xuyakirin ku ti zanyariyek derbarê mirina rûniştvanên gund de bidest neketiye, lê agir li cihê bombebaranê ketiye, ji ber wê jî ziyan gihîştiye dar û benîşt û rezên hemwelatiyên navçeyê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, artêşa Tirkiyê gelek carên din jî bi hinceta hebûna PKKê gundewarên navçeya Şarbajêr bombebaran kiribû û hejmarek sivîl jî bûbûn qûrbanî.