IDLIB | Balafirên rûsî herêmên artêsa Tirk û komên çekdar bombebaran kir

23 September 2021 20:20 0 dîtin
IDLIB | Balafirên rûsî herêmên artêsa Tirk û komên çekdar bombebaran kir

PeyamaKurd - Balafirên şer ên Rûsyayê deverên Hirş Biyenîn ên Çiyayê Zawiyê li gundewarên başûrê Idlibê û derdora Meirêt Misrîn a bakurê bajarê Idlibê bombebaran kirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriye (SOHR) ragihandiye ku hejmara êrîşên Rûsyayê li dijî herêmên bêçek gihîştiye 181 êrîşan ku ji win 136 li dijî Idlibê, 25 li dijî Lazîqiyê, 2 li dijî gundewarên Hemayê û 18 jî li dijî baregehên Helebê hatine kirin.

SOHRê diyar kiriye, balafirên şer ên Rûsya êvarê 4 êrîş li dijî xalên şer ên navbera çekdarên girêdayî Tirkiyê û hêzên rejîma Şamê li gundê Biyenîn pêk anîn û doh jî 9 êrîş li dijî aliyên bajarokê Kensefra ya çiyayê Zawiyê pêk anîbûn.

Li gorî SOHRê di encamê de çekdarekî ji Heyet Tehrîr El-Şam hat kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Balafirên Rûsya û hêzên rejîmê êrîşên li dijî herêmên ku artêşa Tirk û komên çekdarên wê tê de bicih bûne zêde kirine û behsa plana operasyoneke mezin a bejahî jî li dijî wan herêman tê kirin.