Balafirên Rûsî 3 rojan bê navber Idlib bombebaran kir
PeyamaKurd – Balafirên şer ên Rûsyayê 3 roj in li Idlibê herêmên di bin deshilata komên çekdar û Tirkiyê de bombebaran dikin.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê 3 roj in li ser hev herêmên ‘Bê Çek’ bi dijwarî bombebaran dikin.
Hatiye diyarkirin ku tenê îro 2yê Çileyê balafirên Rusyayê nêzî 10 caran herêmên cuda ên bajarê Idlibê bombebaran kirin.
SOHRê daye xuyakirin, derdora gundê El-Şêx Yusif ê li rojavayê Idlibê, derdora girtîgeha navendî ya li nêzî Idlibê û derdora stasyona Sîcer a avê ku avê dide Idlibê bûn armaca balafirê Rusyayê.
Herwiha balafirên şer ên Rûsî 5 caran deverên li rojhilatê çiyayê Erbaîn û Hirş Misêbîn li derdora bajarê Erîha yê nêzî rêya M4 bombebaran kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin