Balafirên Rûsî li Idlibê derdora bingeheke leskerî ya Tirkiyê bombebaran kir

20 October 2021 14:27 0 dîtin
Balafirên Rûsî li Idlibê derdora bingeheke leskerî ya Tirkiyê bombebaran kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafirên şer ên Rûsyayê li başûrê Idlibê derdora xaleke leşkerî ya artêşa Tirkiyê bombebaran kir.

Li gorî ragihandina çavkaniyan, Rûsya di nav hefteyekê ev cara duyem e herêmên agirbesta Rûs-Tirk bombebaran dike.

Hat zanîn ku balafirên rûsî bi moşekên termobarik 3 êrîşên asmanî li nêzîkî xala leşkerî ya Tirk a li Cebel el Zawiyê pêk anîne.

Hêjayî gotinê ye, Rûsya dixwaze Tirkiye komên çekdarên ku wekî terorîst bi nav de ji herêmê bêne derxistin û dixwaze Tirkiye soza ku daye bicih werîne.