Artêsa Çînê, bi kestî û balafirên ser dora Taywanê girt!

09 April 2023 17:30 0 dîtin
Artêsa Çînê, bi kestî û balafirên ser dora Taywanê girt!

PeyamaKurd- Piştî ku Seroka Taywanê Tsai Ing-wen serdana Amerîkaya Navîn û Amerîkayê kir, hat ragihandin ku artêşa Çînê li derdora Girava Taywanê bi beşdariya hêzên bejahî, asîmanî û deryayî dest bi tetbîqata leşkerî ya hevpar a 3 rojan kir.

Li gorî nûçeya televîzyona dewletê CCTV, Fermandariya Eniya Rojhilat a Artêşa Rizgariya Gel a Çînê (PRC) diyar kir ku tetbîqata leşkerî ya bi navê "Şûrê Hevbeş" dê hêzên çekdar ên Çînê bi awayekî hemwext deryayê, asîmanî û agahiyan bi dest bixin.

Li ser mijarê, Berdevkê Fermandariyê Kolonel Xi Yi got , "Li dijî hêzên cudaxwaz ên ku serxwebûna Taywanê diparêzin û provokasyonên wan ên hevpar ên bi hêzên biyanî re ev hişyariyek cidî ye." 

Kolonel Xi Yi ragihand ku tetbîqat dê heta roja duşemê berdewam be.

Wezareta Berevaniya Taywanê ragihand ku ji nîvê şeva borî heta îro danê êvarê, 71 balafir û 9 keştiyên şer ên Çînê, li derdora giravê hatin dîtin.

Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku ji 71 balafiran 45 balafir ji aliyê bakur, navend û başûr ve xeta asîmanî û behrê ya ku tê texmînkirin qadên bandora partiyan li Tengava Taywanê sînordar dike, derbas kirin û firiyan.