Çîn gotibû wê artêsa wan rihet nesekine: 24 balafir û 11 kestî li dora girava Taywanê ne

30 August 2022 22:00 0 dîtin
Çîn gotibû wê artêsa wan rihet nesekine: 24 balafir û 11 kestî li dora girava Taywanê ne

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Taywanê ragihand ku di nav rojê de, li dora Girava Taywanê 24 balafir û 11 keştiyên şer yên Çînê li dora girava Taywanê hatine dîtin. Wezaret dibêje ku 8 balafir firiyane rojhilatê sînorê xetta derya û hewayê ya Taywanê. Di ragihandina wezaretê de hat gotin alavên hewayî û deryayî yên Çînê ji aliyê alavên elektronîk de, keştî jî bi sîstema sîstema fuzeyan tên şopandin.

Demek berê li ser seredana seroka meclisa nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi seredana Taywanê kiribû lê Çîn nerazîbûna xwe diyar kiribû. Pirsgirêk heya niha dewam dike ji ber Çîn Taywanê perçeyekî ji welatê xwe dibîne û ligor ramanên Çîniyan Amerîkî bê îzna Çînê divê nikaribin herin Taywanê.