Balafirên Îsraîlê serbazekî artêsa Sûriyeyê kustin
PeyamaKurd – Îro, roja (09.10.2024)an Îsraîlê bi balafiran êrîşî gundewarên Quneytera yên başûrê Sûrîyê kir û di encamê de serbazekî artêşa Sûriyeyê hat kuştin
Hat ragihandin ku firokeyeke bêmirov a Îsraîlê, derdora El-Alamê li nêzîkî bajarê Quneytrayê kir armanc û di encamê de serbazê Sûriyê yê bi navê Adhem Cexût hat kuştin û leşkerekî din jî birîndar bû.
Navçeya armanckirî nêzîkî sînorê Îsraîlê ye û li nêzîkî deriyê rojhilatî yê bajarê wêrankirî yê Quneytrayê ye ku li geliyekî li Girên Golanê ye.
Her weha, hat ragihandin ku her du leşkeran jî li Midîriyeta Giştî ya Îstîxbarata Quneytrayê xizmeta leşkerî ya mecbûrî dikirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin