Balafira aîdê artêsa DYAyê ket Kendava San Diegoyê
PeyamaKurd – Li eyaleta Californiayê balafira tîpa EA-18G Growler ya artêşa DYAyê ket kendava San Diegoyê lê 2 pîlotên balafirê, xwe bi kursiyên avêtinê ji balafirê avêtin û rizgar bûn. Piştî pîlot xwe avêtin nav avê, di nav çend deqeyan de hatin rizgarkirin.
Rêvebiriya Ewlehiya Peravên DYAyê ragihand ku piştî pîlot ketine avê, tekneyekî masîgiran di nav çend deqeyan de wan ji avê derxistine.
Sedema ketina balafirê diyar nîne lê dê li serê bixebitin da sedemê bizanibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin