Balafira ser a F-35 li DYAyê ket xwarê!
PeyamaKurd – Li Alaskaya eyaleta Amerîkayê balafireke şer a F-35 ket xwarê û hat ragihandin ku rewşa pîlot wê baş e.
Rayedarekî Baregeha Hêza Esmanî ya Eielson a Alaskayê bi daxuyaniyekê ragihand ku balafireke şer a F-35 ketiye xwarê û bûyer li ser pîsta baregeha leşkerî rû daye.
Rayedar diyar kir ku balafira şer a F-35 a ku ketiye xwarê zirareke mezin dîtiye û derbarê bûyerê de lêkolîn tê kirin.
Di daxuyaniya Hêzên Hewayî ya Amerîkayê da hat parvekirin ku piştî bûyerê pîlot sax bûye û ji bo muayenekirinê sewqî nexweşxaneya artêşê hatiye kirin.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de tê dîtin ku balafira şer a F-35 li hewayê digere, li erdê dikeve û diteqe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin