Qutiyên res ên balafira Azerbeycanê ya ket xwarê wê ji Brezîlyayê re bên sandin
PeyamaKurd – Derbarê balafira rêwiyan a bi tîpa 'Embraer 190' a Rêhewayên Azerbaycanê (AZAL) a ku di sefera Baku-Grozniyê ya Qazakistanê de li Qazakistanê ket xwarê, ji Wezareta Gihandinê ya Qazakistanê daxuyaniyek hat.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de hat bibîrxistin ku li gorî xala 13. a Peymana Chicagoyê, dewleta ku lêpirsînê dimeşîne destnîşan kir ku qeydên balafiran bên xwendin û biryar hat dayîn ku qutiyên reş li kîjan welatî bên xwendin û deşîfrekirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Qazaxistanê di sala 1992yan de peyman erê kiriye û wiha hat gotin, "Komîsyona lêkolîna ketina balafirê biryar da ku qeydên firînê (qutiyên reş) bişînin Navenda Lêkolîn û Pêşîlêgirtina Qezayên Hewayî ya Brezîlyayê (CENIPA), ku di heman demê de welatê jêdera balafira Embraer e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin