Azerbaycan: Divê Rûsya tazmînata balafira ket xwarê bide Azerbaycanê
PeyamaKurd – Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev diyar kir ku divê Rûsya ji ber xistina balafira rêwiyan tazmînatê bide Azerbaycanê.
Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev derbarê xistina balafira Rêhewayên Azerbaycanê (AZAL) ji aliyê Rûsyayê ve daxuyanî da.
Îlham Aliyev ragihand ku balafira rêwiyan a ku li Qazaxistanê ket xwarê dema li qada hewayî ya Rûsyayê bû, ji bejahiyê zerareke mezin dît û bê kontrol bû.
Aliyev diyar kir ku divê Rûsya ji ber balafira rêwiyan a ket xwarê tazmînatê bide Azerbaycanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin