Ji Rûsya daxuyaniya Azerbaycan-Ermenistanê: Divê bilez…
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku pêwîste Azerbaycan û Ermenistan di navbera xwe de, bilez dest bi amadekirina peymana aştiyê bikin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, divê di çarçoveya peymana sêqolî ya navbera Baku, Êrîvan û Moskowê de, Azerbaycan û Ermenistan bilez dest bi amadekarina peymana aştiyê bikin.
Li ser mijara herêm Qerebaxê jî hate gotin ku divê barê çarenivîsa xelkê Ermen ê li Qerebaxê li ser aliyê sêyem neyê danîn û di çarçoveya peymana sêqolî de lihevkirin çêbibe.
Herwiha Rûsyayê bang li Azerbaycanê jî kir ku ji ber xerabûna rewşa mirovî li Qerebaxê bi awayekî lezgîn tedbîran bistîne û korîdora Laçînê veke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin