Ji Rûsya daxuyaniya pevçûnên Azerbaycan û Ermenistanê...

13 September 2022 18:23 0 dîtin
Ji Rûsya daxuyaniya pevçûnên Azerbaycan û Ermenistanê...

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, li ser pevçûnên hêzên Azerbaycan û Ermenistanê li herêmên sînorî ku bûne sedema kuştina bi dehan leşkeran ji herdu aliyan, daxuyanî da.

Peskov ji rojnamevanan ra ragihand ku ew ji bo kêmkirina rageşiya li sînorên Azerbaycan-Ermenistan hemû hewlan didin û bibîr xist ku Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan şeva borî di pêwendiyeke telefonî de mijar gotûbêj kirin.

Peskov herwiha got, ew niha nikare zêdetir hurgiliyan bide, lê dema encama xebata xwe ya bo dawîanîna pevçûnan bi encam bikin, dê raya giştî agahdar bikin.