Ji Rûsyayê bi 150 hezar leskeran rahênana leskerî li sînorê Azerbaycan-Ermenistanê
PeyamaKurd – Rûsyayê li nêzî sînorên cihê ku di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de rû daye, bi beşdariya 150 hezar leşkeran dest bi rahênana leşkerî kir.
Hat diyarkirin ku ew rahênena leşkerî bi fermana Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn hatie destpêkirin û wê destpêkê 5 rojan berdewam bike, lê hat redkirin ku ew rahênan ji bo şer û pevçûnên navbera Azerbaycan û Ermenistanê ye.
Di tetbîqata leşkerî de 150 hezar leşker û 400 balafirên şer beşdariyê dikin.
Hêjayî gotinê ye, Rûsyayê amadehiya xwe bo navbeynkariya rawestandina şer û aloziya navbera Azerbaycan û Ermenistanê nîşan daye ku doh Wezîrê Derve yê Rûsyayê bi rayedarên Azerbaycanê re dest bi danûstandinan kir.
Di şerê 12ê Tîrmehê yê Ermenistan û Azerbaycanê de ku li herêma Tovuzê rû da, ji wan 3 fermandarên bilind 7 leşkerên Azerî hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin