Du balafirên leskerî li hewayê li hev ketin

07 March 2023 21:15 0 dîtin
Du balafirên leskerî li hewayê li hev ketin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Îtalyayê du balafirên leşkerî yên perwerdeyê li hewayê li ketin.

Li gorî zanyariyên medya îtalî, balafirên cûreya Machetti 208 ên perwerdeya leşkerî îro 7ê Adarê piştî nîvro dema li nêzîkî paytext Romayê difiriyan, li ser bajarokê Guidoniayê li ketiye û ketine xwar.

Hat ragihandin ku herdu pîlotan jiyana xwe ji dest daye û parçeyên balafirekê li ser rêya otomobîlan yê ya din jî li ser otomobîleke parkirî ketiye û bûye sedema şewatê.

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Melonî bi daxuyaniyeke nivîskî, sersaxî da malbatên pîlotan.

Sedema qezaya balafiran hîn nehatiye eşkere kirin.