Balafira ji Tirkiyê rabû di seha Almanya de ji bo wê 2 balafirên ser bi hewa ketin.
PeyamaKurd – Balafira rêwiyan ya ku ji Tirkiyê bi hewa ket û çû Almanya eyaleta Bavyera bajarê Munsterê, ji ber cihaza wê girtîbû û pêwendîdarên Almanya nikaribûn pê re bikevin nav têkiliyan, bû sedema panîkê, ji Almanya 2 balafirên şer yên Tornado bi hewa ketin. Balafirên Almanya wê xistin navbera xwe heya balafira A320 cîhaza xwe vekir û bi wan re ket nav têkiliyan.
Balafira ji Tirkiyê rabû, çû Almanya ya rêwiyan ya A320 bû. Li ser wê bêheziriya balafirê, hêzên hewayî yên Almanyayê ketin nav endîşê û ketin amadebaşiyê. Balafirên şer yên Almanya ji balafirgeha leşkerî ya li Neuburg an der Donau ê ya bi navê Fliegerhorstê bi hewa ketin.
Balafirên Alman bi leza 2 hezar km. yan diçûn heya balafira rêwiyan xistin navbera xwe.
Nehat ragihandin bê balafira ji Tirkiyê rabû, ya kîjan şîrketê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin