Balafira Tirkiyê mecbûrî xwe danî balafirxana Maltayê lê hinek rêwiyên balafirê reviyan

01 January 2025 21:42 0 dîtin
Balafira Tirkiyê mecbûrî xwe danî balafirxana Maltayê lê hinek rêwiyên balafirê reviyan

PeyamaKurd – Balafira TurkishAirline (THY) Îro li dora wexta nîvro bi awayekî lezgîn xwe danî balafirxana navdewletî ya Maltayê(MIA) lê hinek rêwiyên di balafirê de reviyan. Polîsê Maltayê ket pey wan rêwiyan da wan bigrin.

Xwedanîna balafirê bi sedema ku rêwiyekî Fasî nexweş ket û li ser daxwaza ajotvan rêvebiriya balafirgehê îznê da balafirê da xwe deyne balafirgehê. Dema balafir li ser pîstê bû, hinek rêwî reviyan.

Piştî rêwî reviyan, agahiyan dan polîsê Maltayê û berdevkê polîsan ragihand ku xeberê seet li dora 13.45an de dane polîs. Lêgerîna rêwiyan bêhtir li dora balafirgehê têkirin.

Rêwiyê Fasî ku nexweş ket û bû sedema reva rêwiyan, ew birin nexweşxanê û li nexweşxanê di bin çav de ye. Lêpirsîna bûyerê dewam dike.