Çîn îro Girava Taywanê bi 53 balafir û 8 kestiyan dorpêç kir
PeyamaKurd – Rêvebiriya Taywanê ragihand ku îro Çîn ê di nav rojê de, Girava Taywanê dorpêç kiriye. Wezareta bergiriyê ya Çînê got ku di nav rojê de artêşa Çînê bi 53 balafir û 8 keştiyên leşkerî li dora gravê hatine dîtin.
23 balafirên Çînê di ‘Buhira Taywanê’ de li rojavayê xeta deryayê û xeta hewayî ya berê hatiye tesbîtkirin derbaskirine û ber bi ADIZ ê de firiyane. Wezaret ragihand ku girav di nav dorpêçê de ye, alavên Çînê yên hewayî û deryayî ji aliyê alavên şopandinê yên elektronîk de tên şopandin, balafirên dewriyê û keştî di rêya sîstemên fuzeyan de hatin şopandin.
Gelek caran tê dîtin ku alavên şer yên Çînê xeta ku sînorê navbera her dû dewletane derbas dikin, bi taybetî piştî seredana seroka meclisa nûneran ya Amerîkayê Nancy Pelosi.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin