Li Girava Sicilyayê çûn û hatina balafiran hat rawestandin

05 July 2024 21:03 0 dîtin
Li Girava Sicilyayê çûn û hatina balafiran hat rawestandin

PeyamaKurd – Li Îtalyayê li Girava Sicilyayê ku çiyayên volkanîk yên Etna û Stromboli lê ne, ji ber di wan de teqînên zêde çêdibin, lav û xweliyê difûrînin, li Girava Sicilyayê asta hawarê bilind kirin. Li balafirgeha Sicilyayê ya bi navê Catania-Fontanarossayê çûn û hatina balafiran hat rawestandin.

Li çiyayê Etnayê bi sedema teqînan, çiya bi xwe şevê rohnî dike. Li Çiyayê Stromboli lavên ku jê derketin û herikîn çûn nav deryayê. Rêvebirên balafirgehê daxwuyaniyekî weha dan:

“Balafirgeha Cataniayê pîsta wê, bi sedema xweliya volkanîk nayê bikaranîn. Çûn û hatina balafiran hatiye rawestandin.”