Li Tengava Stenbolê çûn û hatina kestiyan ji ber têkçûna kestiyekê hat rawestandin
PeyamaKurd – Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Peravan a Tikriyê, li Tengava Stenbolê çûn û hatina keştiyan bi awayekî demkî rawestand.
Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Peravan a Tirkiyê bi daxuyaniyeke li ser twitterê belav kir de diyar kir, îro 3ê Îlona 2022ê ji ber têkçûna keştiyeke kargoyê di nav deryayê de ku biryar bû ji bajarê Stenbolê ber bi Ukraynayê ve biçe, çûn û hatina keştiyan bi awayekî demkî li Tengava Stenbolê hat rawestandin.
Herwiha Rêveberiyê da zanîn, navê wê keştiyê BRIZA ye û li Kandîlliyê ji ber têkçûna makîneya wê rawstiya ye. Herwiha ragihandiye ku tîmên wan ji bo rizgarkirina keştiya ku bilindahiya wê 107 metre ye çûne cihê bûyerê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin