Li Deryaya Sor çûnûhatina kestiyan %22 kêm bû: 'Wê bihayê kelûpelan zêde bibe'

24 January 2024 21:11 0 dîtin
Li Deryaya Sor çûnûhatina kestiyan %22 kêm bû: 'Wê bihayê kelûpelan zêde bibe'

PeyamaKurd – Berpirsê Bazirganiya Yekîtiya Ewropayê ragihand ku bi sedema êrîşên Hûsiyên Yemenê li ser keştiyên bazirganî li Deryaya Sor, rêjeya çûnûhatina keştiyan %22 kêm bûye.

Komîserê Bazirganiya Ewropayê Valdis Dambroskis, di civîneke rojnamevanî de eşkere kir, çûnûhatina deryayî li Deryaya Sor, bi sedema êrîşên Hûsiyan, di heyama heyvekê de %22 kêm bûye û ev dê di heyama demdirêj de bandorê li ser bihayiya kelûpelan bike.

Dambroskis got ku hejmarek zêde ji kompaniyên navnetewî yên veguhestina deryayî, berê keştiyên xwe dane rêyên alternatîf ên bi ser Afrîkayê de û ji ber wê jî çûnûhatina keştiyên bazirganî wê li Deryaya Sor hîn kêmtir bibe.

Li gorî amarên çend roj berê hatibûn belavkirin, ji ber êrîşên Hûsiyên Yemenê rojane di navbera 7 heta 10 milyaran xisar li bazirganiya cîhanî dibe.