Li Kobaniyê bihayê kelûpelan gelek zêde bûye
PeyamaKurd - Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, nirxê kelûpelan gelek biha bûye û welatî ji vê rewşê dilgiranin.
Tevî gilî û gazinên xelkê Kobanî jî, wekî deverên din yên Rojavayê Kurdistanê, ji daketina nirxê lîreyê Sûriyê li beramber dolarê Amerîkî û bihabûna kel û pelan, lê nirxê kirêkirin û kirîna dikanan, li bazara Kolana Tilel li bajarê Kobanî zêde û biha ye.
Dikandarekî bazara Tilele dibêje, ku nirxê kirê û kirîna dikanan li bajarê Kobanî, ji bazarên Babil Ferecê li Helebê û Mercê li Şamê zêdetir e. Heyama 2 sala ye ku kirîn û firotina dikanan li bazarê du qat bûye.

Bazara kolana Tilel bêhtir pêdevîyên malan difiroşe û bi taybet tiştên ku jin û keçan re pêwîst bin,lê xelkê Kobanê jî weke tavhiya xelkên Rojavayê Kurdistanê qazindan ji giraniyê dikin bi taybet xwedanên dahata sînordar.
Dikandar Feyad Mistefa jî diyar dike, “Berê tenê çend dikan bûn lê niha dawiya bazarê xûya nake.”
Welatiya bi navê Gula Iso jî radigihîne, “Ez hatibûm kirasekî xwe bikirim û isfinçek , lê tişt pir biha ye ev car sal in ez ne hatibûm bazarê tişt gelek biha bûne.”
Beriya niha cihê wan dukanan mal bûn, sala 2004an bi tenê çend dikan li wê bazarê hebûn, lê niha bazar ji 10 kolanan pêk tê ku bihêtirî 200 dikanan li xwe digire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin