Dibe ku bihayê iPhone bi qasî 300 $ zêde bibe

17 November 2024 20:59 0 dîtin
Dibe ku bihayê iPhone bi qasî 300 $ zêde bibe

PeyamaKurd – Ji ber polîtîkayên aborî yên Donald Trump ku di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de bi ser ket, tê çaverêkirin ku nirxê her iPhoneek bi qasî 300 dolarî zêde bibe.

Li gor nûçeya di çapemeniya Amerîkayê de hatiye belavkirin, Donald Trumpê ku wek 47emîn serokomarê Amerîkayê hat hilbijartin, hîn jî bi biryar e ku bernameya xwe ya aborî bi taybetî jî bendên derbarê îthalata ji Çînê de pêk bîne.

Ger bernameya aborî ya Trump were cîbicîkirin, wê herî kêm ji sedî 60 baca gumrikê li ser kelûpelên ku ji Çînê bo Amerîkayê tên şandin, dê bihaya iPhoneê her telefonê herî kêm 300 dolar zêde bike.

Telefona navborî li Çînê hatiye çêkirin û ji bo Amerîka û bazarên din ên cîhanê tê şandin.