Analîz/Para Analiz: Madem OPEC hilberîna petrolê zêde dike, bo çi bihayê petrolê zêde dibe?

02 July 2018 17:11 0 dîtin
Analîz/Para Analiz: Madem OPEC hilberîna petrolê zêde dike, bo çi bihayê petrolê zêde dibe?

Her çendîn OPEC hilberîna xwe ya rojane zêde jî bike, di stokên petrola xam ya dinyayê de, bi sedema ku nikarê kêmbûna petrolê bide rawestandin, bihayê petrolê zêde dibe. Rêpaniya ku dê hilberîna petrolê nikaribe di dinyayê de mêzên bike, hefteya borî bihayê petrolê zêdetir kir.

Ji sala 2014an û vir de, di dawiya hefteyê de, bihayê petrolê giha asta herî bilind. Başe lê çi bû ku bihayê varêla petrola Brentê giha 80 dolarî?

Esas gelek ecêbe ji ber tam di dema ku biryara zêdekirina hilberîna petrolê ji aliyê OPECê de hat ragihandin, bihayê petrolê tam di wê wextê de zêde bû.

Esas bihayê petrolê weka bertek, tam di meha borî de, di dema banga zêdekirina hilberîna petrolê de, qels bû bû. Hetta di meha gulanê de, piştî ku varêla petrolê derket ser 70 dolarî, bihayê Texasa Rojava ya Intermediate (WTI), heya civîna OPEC ê ya 22 yê hezîranê, serê varêlê daket bihayê 65 dolarî.

Berya wê, tevî niqaşên bi Îranê re, rêpaniya ku ji OPEC ê dihat kirin, ber bi zêdekirina hilberîna petrolê bû. Di civînê de weka dihat texmînkirin wisa bû. OPEC bi Rûsya re lihev kir û ji sala 2016an û vir de, benda ber hilberînê derbas kir û ragihand ku dê hilberîn zêde bibe.

Piştî  ragihandina miqdarê hilberînê ji aliyê OPECê de, bihayê petrola WTI yê %4 zêde bû ji ber ku bazara dinyayê miqdarê zêdekirina OPEC ê ne eciband.

OPEC ê di 22yê hezîranê de beyan kiribû ku dê ji vê mehê de destpêbike û rojê 1 mîlyon varêl lê zêde bike û bide bazara dinyayê. Îran bo protestokirina dorpêçên ser xwe ji aliyê Trump ve, ji xwe li dijî zêdekirina hilberîna petrolê derketibû. Lê esas yê ku bihayê petrolê piştî zêdekirina bi biryara OPECê re bilind kiribû Îran nîne. Sedema esasî ji xwe endamên OPECê hilberîna wan di asta herî bilind de ye lê kes ne li bende bû rojê 700 hezar varêl zêdetir bikira.

Dê ev miqdarê zêdekirinê bo mêzênkirina bazarê wê bes nîn be. Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî, Rapora Bazara Petrolê (OMR) bo mêzênkirina bazara dinyayê, miqdarê heya sala 2019an ya ku pêdiviya OPECê pê heye, texmîn kir.

Di dawiya vê salê de, banga ku wê bo hilberînê li OPECê bêkirin, rojê ji texmîna hilberîna OPECê, wê texmînî 1.5 mîlyon varêl zêdetir be. Welew OPEC temamê pêdiviyê karibe hilberîne jî, wê nikaribe petrola di stokan de heye, kêmbûna wê petrolê hembêz bike. Sedema zêdebûna bihayê petrolê ya dawiya hefteyê ev mesele ye. An ku hilberîn û stok bi hevre bandorê li ser bihayê petrola dinyayê dike û pirsgirêka bingehîn ev e.

Divê mirov planên pêşkêşkirina tiştan ya Aramco ya Erebistana Si’ûdî bo xelkê ji bîr neke. Erebistan dixwaze bihayê petrola xam bilind bigre û hem serokê Amerîkayê Trump razî bike. Welew nebe jî, zêdekirina 1 mîlyon varêl hilberîna petrolê ji aliyê OPEC ê ve, bihayê petrolê bilind diparêze û dikare Trumpî razî bike.

Sedemeka bilindbûna petrolê ya dinê jî ew e ku Amerîka zorê dide ser hevkarên xwe da petrolê ji Îranê nekirin. Eger bikirin, wan bi dorpêçan tehdîd dike. Îran niha her rojê 2.9 mîlyon varêl petrolê difroşe bazarên Asya û Awrûpayê. Eger hindik be jî bi gotina Amerîkayê bêkirin û firotina petrola Îranê kêm jî bibe, vê carê dibe ku kêmbûna stokên dinyayê bilez bibe. Bi îhtîmaleka mezin wê ev bibe sedema bilindbûna bihayên petrolê di dinyayê de.

Bihabûna petrolê di dinyayê de hilberînerên petrolê razî dike û marja rafîneriyê dixe û dibe sedem ku kara petrola safî kêm bibe. Bihabûna petrolê wê bi îhtîmaleka mezin li ser kara bo dema kurt, bandoreka mezin ya neyînî bike.