Amerîka: Kêmkirina hilberîna petrolê ya OPEC ê destekkirina Rûsyaye

14 October 2022 00:32 0 dîtin
Amerîka: Kêmkirina hilberîna petrolê ya OPEC ê destekkirina Rûsyaye

PeyamaKurd – Her diçe dijberiya di navbera Amerîka û Erebistana Si’ûdiyê de zêdetir dibe. Rêxistina OPEC ê an ku welatên ku petrolê îxrac dikin û welatên di derveyê wan de, biryarê dabûn ku rojane hilberîna petrolê daxînin û ev jî tê vateya ku wê bazara petrolê ya dinyayê biha bibe. Amerîka, çend mehe mecbûr maye ku ji petrola xwe ya dewletê ya stratejîk petrolê dide bazarê da bihayê petrolê zêde nebe. Rêvebirê danûstendina stratejîk yê netewî yê Koşka Sipî John Kirby, biryara OPECê ya daxistina hilberîna petrolê rojane 2 mîlyon varêl, weka desteka manewî û desteka leşkerî ya ji bo Rûsyayê binav kir.

Kirby, got ku serokê Amerîkayê Joe Biden têkiliyên bi Erebistanê re di ber çav de derbas dike û dişopînin bê Erebistan di şerê Rûsya-Ûkrayna de ciyê wê li ku derêye û dê bişopînin.

Civîna OPEC ê di 5 ê cotmehê de li Viyana çêbû û biryar ji aliyê Biden de bi neyînî hat ragihandin. John Kirby ragihand ku Amerîka xwestiye da biryarê mehekî paş de bixin lê Erebistan qebûl nekiriye. Kirby weha dewam kir:

“Erebistan mijarê bi aliyekî dinê de dibe. Rastî li ortê ne. Li hemberê êrîşên Rûsyayê temamê dinyayê destekê dide Ûkraynayê. Amerîka di koalisyona li hemberê Rûsya de xwediyê rolekî mezine, bi Erebistanê re hevdîtinan kiriye lê di hefteyên dawiyê de Erebistan agahiyên biryara kêmkirina petrolê ji rêyên din de didin me.”

Kirby got ku wê biryar dahatên Rûsyayê zêdetir bike û Rûsya rihet bibe. Kirby di mijarê weha got:

“Di şerê Ûkrayna de em naxwazin ti welatekî desteka manewî, leşkerî an aborî bide Rûsyayê. Biryara OPEC ê daye, bêşik desteka aborî bû ji bo Rûsyayê. Ev biryar rihetiyekî da Putin û destekê da mekanizma şerê Putin. Ev, dikeve nav sinifa desteka manewî û leşkerî.”