OPEC: Hilberîna petrolê hatiye zêdekirin

12 July 2022 20:14 0 dîtin
OPEC: Hilberîna petrolê hatiye zêdekirin

PeyamaKurd – Li gorî rapora dawî ya bazar petrolê ya OPECê, hilberîna petrolê di meha Hezîranê de 234 hezar bermîl hatiye zêdekirin.

Di rapora OPECê ya mehane de hatiye diyarkirin ku di meha Hezîranê de bi zêdebûna hilberînê ya 234 hezar bermîlan re hilberîna giştî gihîştiye 28 milyon û 72 hezar bermîl.

Herwiha para OPECê di bazara cîhanê de jî gihîştiye ji sedî 28,8an û herî zêde hilberîn li Erebistana Siûdî, Îmarat, Îran, Angola û Kuwêtê zêde bûye.

Hatiye eşkerekirin ku li Libya û Venezuela jî hilberîna petrola xam paşketiye.