Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê dermanan ji sedî 12 zêde dibe

24 January 2020 10:52 0 dîtin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê dermanan ji sedî 12 zêde dibe

PeyamaKurd - Tê çaverêkirin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê dermanan ji sedî 12 bê zêdekirin. Bazara di navbera ‎Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê û kompanyayên derman jî de berdewam e. Kompanyayên derman ji ‎ber li benda girankirina 19ê Sibatê ne dermanan di depoyan de kom dikin.‎

Her çiqas Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca bibêje ku 'li bazarê krîza derman nîne' jî, lê ‎dermanê şewbê jî di nav de li bazarê nêzîka 120 dermanan nayên peydakirin. Tê çaverêkirin ku 19ê ‎Sibatê bihayê derman ji sedî 12 bê girankirin.‎

Her sal meha Sibatê Komisyona Nirxandina Biha ya ser bi Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê ‎bihayê ‎dermanan nû dike. Ji ber vê yekê jî bi taybetî ku enflasyon zêde dibe û dovîz bilind dibe, kargeh ‎ji meha ‎Mijdarê ve dermanê ku didin dermanxane û depoyan kêm dikin.‎

Sala 2019an bihayê derman ji sedî 26.4 hatibû zêdekirin. Îsal jî tê çaverêkirin ku herî kêm ji sedî 12 ‎bê ‎girankirin. ‎Li gor agahiyên hatine belavkirin, Sibata 2020 bihayê derman ji sedî 12 tê girankirin û ‎Wezareta Tendirustiyê jî hewl dide kompanyayan bi vê rêjeya ji sedî 12 razî bike.