Bihayê hemû dermanan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji sedî 25 hat zêdekirin

08 July 2022 13:14 0 dîtin
Bihayê hemû dermanan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji sedî 25 hat zêdekirin

PeyamaKurd – Bihayê hemû dermanan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji sedî 25 hat zêdekirin.

Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de hat ragihandin, ji îro û şûn de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bihayê hemû corên dermanan ji sedî 25 hat bihakirin.

Herwiha di rojnameya navborî de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku bihayê lîreyê Tirkî ku weke Euro di kirîna dermanan de dihat bikaranîn di Tîrmeha 2022an de ji sedî 25 hatiye zêdekirin ku ev jî sedema bihabûna %25 a hemû dermanan e.