Hemû cûreyê sahiyan li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê hat qedexekirin

03 September 2020 10:09 0 dîtin
Hemû cûreyê sahiyan li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê hat qedexekirin

PeyamaKurd – Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê belavbûna vîrusa Korona her diçe zêdetir dibe. Di çarçoveya bergiriyên li dijî vîrusê, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê şahiyên gelêrî yê di nava cade û kolanan de li tevahiyê bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê qedexe kir.

Sînordarkirina derketina derva ya ji bo 14 bajêrên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusa Koronayê ya nû (Covîd-19) de dabû destpêkirin, niha ji bo seranserê welat tê cîbicîkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bergiriyên nû ji bo sînordakirina şahiyan belav kir û li gor rênimayan, şahiyên kolan û cadeyan, şêranî û xwestin û çalakiyên taybet bi mehrkirinê li seranserî welat qedexe kir û biryar e ji roja Înê ve bikeve warê cîbicîkirinê.

Her li gor rênimayên nû, ew kesên temenê wan ser 65 salan re ye eger xizmê nêzîkî zava yan bûkê nebe, nikare di şahiyan de beşdar bibe. Herwiha di bin 15 salan re jî nikarin beşdarî wan merasîman bibin.